Can Bonomoyê ku îsal di pêşbirka Eurovisionê ya li paytexta Azerbeycanê Bakuyê de Tirkiyeyê temsîl kir û bi strana xwe ya bi navê "Love Me Back" di rêza 7emîn de bi dawî bû, di dengdana jûriya profesyonel de ji 22an di rêza 26emîn de cih girt.
Komîteya Eurovisionê li ser encamên pêşbirka stranan ku di 26ê Gulanê de hat lidarxistin raporek belav kir û li gorî vê raporê, fînala vê pêşbirkê ji aliyê 64 milyon kesî ve li seranserê cîhanê ji televîzyonan hat temaşekirin.
Bonomo ku di rêza giştî de 112 pûan wergirt, di dengdana gel de 176 pûan û di dengdana jûriya profesyonel de jî 50 pûan wergirt. Li gorî vê encamê, Tirkiye di nav 26 welatên hevrik de di navbera dengdana giştî û dengdana jûriya profesyonel de xwedî ferqa herî zêde ye.
Rûsyaya ku bi Buranovskiye Babuskî beşdarî pêşbirkê bû û bi 259 puanan va bû duyemîn, di dengdana gel da bi 332 puanan va di rêza duyemîn da û di dengdana jûriya profesyonel da jî bi 11 puanan va di rêza 94emîn da bû.
Swêd ku di pêşbirkê de bi 372 pûanan bi ser ket, hem di dengdana gel de (343 pûan) hem jî di dengdana jûriya profesyonel (296 pûan) de di rêza yekem de ye.



