Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Bakûyê bi hemtayên xwe yên Azerbaycan, Kirgizistan, Pakistan û Îranê re hevdîtin cuda kir.
Davutoglu roja Duşemê li Bakûyê di çarçoveya 20emîn Civîna Wezîran a Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) de bi hempîşeyên xwe yên Azerbaycan, Kirgizistan, Pakistan û Îranê re hevdîtinên cuda pêk anî.
Davutoglu bi hevtayên xwe re rojeva Lûtkeya ECO û bûyerên li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê diqewimin nirxand.
Davutoglu roja Duşemê li Bakuyê bi Wezîrê Darayî yê Komara Tirk a Qibrisa Bakur (TRNC) Ersin Tatar re jî hevdîtinek pêk anî.
Civîna Encumena Wezîran a 20emîn a ECO li Bakuyê bi dawî bû
Civîna Encumena Wezîran a 20emîn a Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) roja Duşemê li Bakûyê bi dawî bû.
Wezîrên karên derve yên Tirkiye, Azerbaycan, Îran, Pakistan, Efxanistan, Kazakistan, Qirqîzistan, Ozbekistan, Tacîkistan û Turkmenistanê li ser mijarên rojeva 12emîn Lûtkeya Lîderan a ECOyê ya roja Sêşemê gotûbêj kirin û li ser xurtkirina hevkariyên aborî yên di navbera welatên endamên ECOyê de nêrînên xwe anîn ziman.
Encumena Tirk wek yekem çavdêrê navneteweyî yê ECO beşdarî civîna roja Duşemê bû.
(Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê)



