Lîstikvanê navdar ê sînema û şanoya Tirk Erol Gunaydin ku di 15'ê Cotmehê de di 79 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, duh hat definkirin.
Li Nexweşxaneya Kadikoya Acıbadem a Stenbolê ku ev demeke dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Merasîma yekemîn a bîranîna Gunaydin li Şanoya Sesê hat lidarxistin. Di merasîmê de sersaxî ji keçên wî Ayşe, Fatoş û Gunfer Gunaydin û neviya Sofia Moro re hat xwestin.
Di merasîmê de ji hevpeyvîn, fîlm û lîstikên Günaydin bi kurtefîlmek bijarteyên girîng hatin nîşandan. Lîstikvan Tuncel Kurtiz got, ev fîlm beşeke kurt a jiyana wî ye. Haldun Dormen, Erdal Ozyağcilar, Salîh Kalyon, Demet Akbağ, Alî Poyrazoglû, Derya Baykal, Erkan Can, Nedîm Saban, Mehmet Alî Alabora û gelek kesên din beşdarî merasîmê bûn.
Piştî rêzgirtinê merasîma cenazeyê Gunaydin li Mizgefta Teşvikiyeyê berdewam kir.
(Hürriyet Daily News)



