Topxaneya Sûriyê ku tê texmînkirin ji bajarê Reqa yê Sûriyê hatiye avêtin, li herêma tampon ket.
Topxaneyên Sûriyê ku tê texmînkirin ji bajarê Reqa yê Sûriyê hatiye avêtin, roja Yekşemê li herêma tampon li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ket.
Hêzên ser bi Beşar Esed roja Yekşemê gelek top avêtin bajarokê Tel Abyad ku niha di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyê de ye.
Yek ji topan li nêzî depoyeke Saziya Berhemên Axê ya Tirkiyeyê (TMO) ket. Di dema ku ti agahî derbarê ziyanên canî nehatin, topbarana rejîma Sûrî ziyanek mezin gihandiye depoyê.
Şaredarê Bajêra Akcakale ya li başûrê rojhilat Abdulhekîm Ayhan diyar kir ku ji danê sibê ve topxane li Tel Ebyadê hatine avêtin û yek ji topên hawanê li herêma tampon a di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ketiye.
“Şikir ji Xwedê re, roja Yekşemê tu windahî nebûn. Şaredar Ayhan jî got, “Leşkerên Tirkiyê bersiva Sûriyê dan û çend top avêtin Sûriyê.”
Li Helebê zarokek ji aliyê fîşekên tûj ve tê kuştin
Li bajarê Helebê yê Sûriyê zarokek roja Yekşemê ji aliyê fîşekek tûj a artêşa Sûriyê ve hat kuştin.
Hêzên opozîsyona Sûriyê dîmenek vîdyoyî belav kirin ku tê de xuya dibe ku çawa zarok ji aliyê çekdarekî tûj li Helebê hatiye kuştin.
Dîmenên vîdeoyê ji aliyê kamerayeke amator ve hatiye kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku çawa zarok dema dixwest li nêzî avahiyan bireve, ji aliyê êrîşkarê tûj ve hatiye gulebarankirin.
Li ser axaftina çalakvanên ku dîmen kişandine, bûyer li taxa Şêx Meqsûd a Helebê rû da.
(Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê)


