Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, dê piştgiriya Tirkiyê ji bo gelê Sûriyê û Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê berdewam be.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îro Pêncşemê got, eger Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê (KNS) rêyeke bibiryar û prensîp bişopîne, dê encamên xwestî bi dest bikevin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê îro li Stenbolê bi Serokê Giştî yê ENKSê re civiya. Davutoglu diyar kir ku armanca hevdîtina bi SNCê re ew e ku beriya civîna Cenevre-2 rewşa Sûriyeyê binirxînin. Davutoglu bal kişande ser wê yekê ku piştgiriya Tirkiyê ji bo gelê Sûriyê û ENKSê dê berdewam be û got, mijara herî giring parastina yekîtî û hevgirtina di nav opozîsyona Sûriyê û Sûriyê de ye.
Serokê Giştî yê ENKSê Ehmed Cerba kêfxweşiya xwe ya ji bo alîkariyên Tirkiyeyê yên ji bo gelê Sûriyeyê nîşan da û got ku KNS dê li gel Tirkiyeyê bimeşe.
AA



