Opozisyona Sûrî dibêje, hêzên serhilda 28 serbazên hikûmetê kuştine di dema êrîşan de li ser sê xalên pişkinînê yên artêşê dema ku tundûtûjî li Sûrîyê zêde dibe.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanya ye, piştrast kir ku êrîş roja Pêncşemê li parêzgeha Idlibê ya bakurê, nêzîkî sînorê Tirkîyê qewimîn. Hat gotin ku di pevçûnan de 5 serhildêr hatine kuştin.
Ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ti daxuyanî nehat dayîn.
Li welatê cîranê Tirkiyê, otomobîleke tijî teqemenî li bajarê bendera Iskenderûnê li nêzîkî sînorê Sûriyê teqiya. Çar kes hatin kuştin. Nehat zanîn ka ew teqîn bi çekdarên Kurd ve girêdayî ye yan bi şerê Sûriyê re.
Li Tirkiyê zêdetirî 100,000 penaberên sûrî û serkirdeyên opozîsyonê hene ku li kampên li ser sînor dijîn.
Şerê Sûriyê derbasî meha xwe ya 20emîn dibe û bûye sedema mirina 36,000 hezar kesî. Di hefteya borî de bi sedan kes hatin kuştin ji ber ku hikûmetê êrîşên asmanî li dijî deverên di bin kontrola serhildayan de zêde kir.
Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton Çarşemê nîgeraniya xwe anî ziman ku tundrewên Îslamî yên ku ligel serhildayan şer kirine, opozîsyonê radîkal dikin.
Wê got ku Washington hêvî dike ku danûstandinên opozisyona Sûrî ya hefteya bê li Dohayê serkirdayetiyek nû ya serhildayan çêbike ku nûneratîya wan kesên ku li welat şer dikin û dimirin. Wê got ku Encûmena Niştimanî ya Sûrî, ku bi giranî ji sirgûnan pêk tê, nema dikare wekî serokê opozîsyonê were dîtin, lê ew hîn jî dikare rolek bilîze.
(Dengê Amerîka)



