Serokê Konseya Ewropî Donald Tusk roja Înê got, YE û Tirkiye dê di destpêka Adarê de civîneke taybet li dar bixin da ku lihevkirinek ji bo çareserkirina krîza penaberan pêk bînin.
Di meha Mijdarê de, di lûtkeya YE-Tirkiyê de, Tirkiyê li ser qutkirina pêlên koçberan li hev kiribû. Ji ber ku rayedarên Yekîtiya Ewropayê diyar dikin ku bi hezaran penaber ji Tirkiyeyê derbasî Egeyê dibin, zextên ji bo bicihanîna vê planê zêde dibin. Sala borî, zêdetirî yek mîlyon penaber ev rêwîtiya pir xeternak kirin.
Rayedarên Tirkiyê bi berdewamî li ser wê yekê radiwestin ku qeyrana penaberên Sûriyê ne tenê pirsgirêkek Tirkiyê û welatên din ên cîranên Sûriyê lê tevahiya mirovahiyê ye.



