Erdogan nûçeyên ku dibêjin Tirkiye dê mûşekên Patriot ji NATO bikire derewand.
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nûçeyên ku dibêjin Tirkiye dê ji NATOyê mûşekên Patriot bikire derewand.
Erdogan li Baliyê ji rojnamevanên tirk re got, "Tu fikra me tune ku Patriotan bi dayîna pereyan bi dest bixin."
Di nûçeyên berê yên ku di medyaya navneteweyî de cih girtibûn, hatibû gotin ku Tirkiyê bi NATO û Amerîkayê re têkilî daniye û daxwaza bicihkirina mûşekan li ser sînorê xwe bi Sûriyê re kiriye da ku defakto herêmeke tampon li hember gefên cîranê xwe yên başûrî çêbike.
Erdogan nûçeyên medyayê red kir û got ku Tirkiyê daxwazeke wiha ji NATOyê nekiriye.
Erdogan di bersiva pirsekê de ku helbijartina Obama wek serokê Amerîka dê çawa bandorê li ser krîza Sûriyê bike, Erdogan got: Niha hilbijartinên Amerîka bi ser ketine, tê çaverêkirin ku li herêmê geşedanên erênî çêbibin.
"Ez di wê baweriyê de me ku divê DYE ji niha û pê ve bi rengekî cûda vê pirsgirêkê çareser bike. Û ya herî girîng jî divê ji bo guhertina helwesta Rûsya û Çînê ya di Konseya Ewlekariyê de gav bên avêtin."
Li Sûriyê tundî, kuştin heye
Erdogan herwiha tekez kir ku li Sûriyê tundî û kuştin hene.
Erdogan li Balî ji rojnamevanên tirk re got, ku ewê beşdarî Foruma Demokrasiyê ya Balî bibe, li Sûriyê gelek kes hatin kuştin û gelek kesên din jî neçar man ku ji welatê xwe koçber bibin.
Erdogan di bersiva pirsekê de got, li Sûriyê çareserî bi Esed re nabe.
Tirkiye wek cîran ji tiştên ku li Sûriyê qewimîn pir bandor bû, wî got.



