Raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê Ria Oomen-Ruijten di civîna maseya dor a ku ji aliyê USAKê ve bi hevkariya Fona Marshall a Almanyayê hat lidarxistin de axivî. Serokê Lijneya Zanistê ya USAKê Îhsan Bal, Alîkarê Serokê Giştî yê USAKê Mehmet Tiraş, pisporên din ên USAKê û Midûrê Ofîsa GMF ya Enqereyê Ozgur Unlühisarcikli li salona konferansê ya USAKê mazûvaniya konferansê kirin.
Di konferansê de Endama Lijneya Hevbeş a Meclîsê ya Tirkiye-YE’yê Nursuna Memecan, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Faruk Logoğlu, Parlamenterê CHP’ê Aykan Erdemîr û gelek nûnerên dîplomatîk ên welatên din, burokrat, nûnerên saziyên sivîl, pispor û rojnamevan amade bûn.
Raportor Oomen-Ruijten di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Krîterên Kopenhagê, dewleta hiqûqê, têkiliyên YE-Tirkiye, performansa demokratîk a Tirkiyeyê, grevên birçîbûnê û cezayê darvekirinê.
Oomen-Ruijten diyar kir ku “serweriya hiqûqê tê wateya hebûna dadmendiya serbixwe û bêalî, mafên mirovan û demokrasiyê. Diviyabû Tirkiye Krîteran û Qanûna Bingehîn bi cih bîne lê di heman demê de xwedî edaleteke serbixwe û bêalî bû.” Raportor bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û got, “Grevên birçîbûnê li welatên demokratîk nayên qebûlkirin.”
Raportor Oomen-Ruijten der barê cezayê îdamê de got ku “Tirkiyeyê du peymanên cuda yên navneteweyî yên ji bo rakirina cezayê darvekirinê îmze kir. Ev niqaş henek e û ez bawer nakim ku careke din cezayê darvekirinê were.”
(Rojnameya Heftenameya Tirkî)



